Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îranê derbarê peymana nukleerî de daxuyanî da: ‘Reşnivîs dê di nav 2-3 rojan de amade bibe’

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, piştî ultîmatoma Serokê DYA’yê Donald Trump daxuyaniyek da û diyar kir ku reşnivîsa (draft) peymana nukleerî dê di nav "du-sê rojan de" amade bibe û piştre pêşkêşî DYA’yê bikin.

Araqçî ji kanala MSNBC’yê re axivî û destnîşan kir ku reşnivîsa derbarê peymana nukleerî de dê di nav "du an jî sê rojan de" amade bibe.

Araqçî got, "Gava min a din dê ew be ku ez pêşniyara peymaneke gengaz pêşkêşî muxatabên xwe yên Amerîkî bikim" û diyar kir ku dê reşnivîs ji nûnerê taybet ê DYA’yê Steve Witkoff û zavayê Trump, Jared Kushner re bê şandin.

Wezîrê Îranî, roja sêşemê li Cenevreyê serokatiya hevdîtinên ku bi navbeynkariya Omanê dihatin kirin, kiribû.

Her wiha Araqçî diyar kir ku di hevdîtinên Cenevreyê de DYA’yê ji Îranê daxwaz nekiriye ku dewlemendkirina uranyumê bi tevahî bide sekinandin. Washington jî dibêje ku ew derbarê bernameya nukleerî ya Tahranê de sînorên tundtir daxwaz dikin.

Trump daxuyandibû ku wî ji bo biryardana li ser pêkanîna peymanekê "10 heta 15 rojan" dem daye Îranê û destnîşan kiribû ku heke lihevkirineke "bi wate" pêkneyê, dibe ku bikaranîna hêzê bikeve rojevê.